Polîsên Tirkiyê alîkariyên HDP’ê asteng dikin

HDP’ê ji bo qurbanên erdheja Xarpêtê alîkarî şand, lê ev alîkarî ji aliyê Polîsên dewleta Tirk ve hat astengkirin.

HDP’ê ya bajarê Muglayê ya navçeya Bodrumê ji bo qurbanên erdheja Xarpêtê bi otobusê alîkarî şandin, lê ev alîkarî ji aliyê polîsên dewleta tirk ve hat astengkirin.

Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Xarpêtê Baki Yildirim diyar kir ku gelek kes û rêxistin ji bo kesên ji ber erdhejê di çadirand de dijîn, alîkariyê pêşkêş dikin.

Yildirim destnîşan kir ku heta niha hemû alîkariyên rêxistinên HDP’ê ji aliyê polîsan ve tên astengkirin.

Li Xarpêtê 24’ê Çileya 2020’an bi pileya 6.8 erd hejiya. Di encamê de 41 kesan jiyana xwe ji dest da û hezar û 607 kes jî birîndar bûn.

Back to top button