Li bajarê Îzmîr yê Tirkiyê di êrişeke çekdarî ya li dijî navendeke polîsan de, 2 polîs hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Hat ragihandin li navçeya Balçova ya Îzmirê kesekî 16 salî bi tivinga nêçîrê êriş pêk anîye.
Hat diyarkirin kesê êriş pêk anîye, bi birîndarî hatiye girtin.
Tevî êrişkar, dê û bavê wî û 2 kesên din jî hatin binçavkirin.
Tê gotin kesê ku êriş pêk aniye, çend roj berê li wê navendê hatiye binçavkirin û ji derdora xwe re gotiye ku polîsan nêzîkatiyên nebaş lê kirine.
Lê waliyê Îzmirê ev yek derewand. Hate ragihandin derbarê êrişê de lêpîrsîn hatiye destpêkirin.



