Konferansa-TJA li Amedê di roja 2’an de didome

3.Konferansa Tevgera Jinên Azad TJA’yê ku duh li Amedê dest pê kir di roja 2’yan de dewam dike.

Tevgera Jinên Azad (TJA) duh bi silogana ‘Em jin in, ji bo azadiya xwe hene! Em ji bo guherandinê li ser pêyan bin’ dest pê kir.

Konferans bi tevlêbûna 700 delegeyên ji Tirkiye û Kurdistanê di roj 2 de dewam dike.

Saziyên jinan ên ji Îngîltere, Başûrê kurdistanê û Tirkiyê tevlî konferansê bûn.

Aktîvîstên TJA’yê Ayşe Gokkan, Zeynep Uren û Fîgen Ektî di anva axaftina xwe de bal kişandin ser êrişên dewleta Tirk yên li dijî destketiyên jinan û diyar kirin ku li dijî êrişan wê têkoşînê xurt bikin û hesab ji kujer û sûcdaran bipirsin.

Back to top button