Li Başûrê Kurdistanê bi salane bi hezaran kesên bê kar zêde dibin

Başûrê Kurdistanê weke welatekî xwedî niştecihên ciwan tê naskirin.

Lê belê, bi hezaran ciwanên zanîngeh qedandine bêkarin.

Îro li bajarê Hewlêrê xwendekarên ku zanîngeh û peymangeh qedandine û niha bê kar in, li ber avahiya Desteya Wezîran kom bûn û daxwaza derfetên kar kirin.

Ji Sedî 60’ê şêniyên Başûrê Kurdistanê ciwanin û salane 30 hezar xwendakar xwendina zanîngehê temam dikin.

Lê ji ber piraniya wan nayên tayînkirin û derfetên kar nabînin yan berê xwe didin derveyî welat, yan ji bêhêvîtî û betaliyê dest bi bikaranîna madeyên hişbiriyê dikin.

Ya herî xeter jî di van demên dawiyê de hejmara ciwanên ku dawî li jiyana xwe tînin zêde bûye.

Li gel hemû nerazîbûnan jî ti projeyeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya çareseriyê jî ji bo ciwanan nîne.

Têkildarî mijarê Mamosteyê Beşa Civaknasî ya Zanîngeha Silêmaniyê Emer Ehmed axivî û wiha got:

Bêkarî û betaliya ciwanan gelek pirsgirêkan bi xwe re tîne û divê rê li ber van faktorên dibin sedema bêhêvîtiya ciwanan bê girtin.

Ne şert e ku hikûmet tevahî kesên mezûn di sektora giştî de bi cih bike. Lê belê şert e kar peyda bike.”

Wezîra Karûbarên Civakî ya Herêma Kurdistanê Kiwêstan Mihemed jî da xuyakirin ku ji bo tayînkirinan ti bernameyeke hikûmetê nîne.

Kiwêstan Mihemed da xuyakirin erka hikûmetê ew e ji ciwanan re kar peyda bike da ku ciwan welatê xwe terk nekin.

Li Başûrê Kurdistanê derçûyên zanîngeh û peymangehan daxwaza kar kirin

Xwendekarên ku zanîngeh û peymangeh qedandine, bi daxwaza peydakirina kar çalakiyek lidar xistin.

Xwendekaran di çalakiyê de diyar kirin ku wê hikûmetê neçar bikin ku ji bo wan derfetên kar peyda bike yan jî wan tayîn bike.

Çalakgeran xwestin ku heta ew bên tayînkirin yan jî derfetên kar ji wan re werin dîtin, divê alîkarî bi wan re were kirin.

Tu kes ji rayedarên hikûmet derneket û bersiv nedan daxwazên çalakgeran.

Bi vê awayî çalakî bi dawî bû.

Back to top button