Xelkê Tebqa û koçberên kantona Efrîn û Şehbayê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşek girseyî li dar xist. Girseyê diyar kir ku azadiya Rêber Apo misogeriya rastîn a pêkanîna aştî û demokrasiyê ye.
Li Kolanên bajarê Tebqayê girseya şêniyan bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan. Di meşê de şêx, rûspiyên eşîdaran, oldar, nûnerên partiyên siyasî, Rêxistina Civaka Demokratîk, girseya xelkê Tebqa, Şehba û Efrînê amde bûn. Girseyê pankarta “Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bingeha aştî û demokrasiyê ye” rakir.
Ev meş di çarçoveya kampanyaya Foruma Azadî û Aştî ya Ewropayê ya bi navê “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” de, ku di 5ˊê Hezîrana 2025ˊan hat destpêkirin de hat lidarxistin. Di kampanyayê de akademisyen, hunermend, siyasetmedar, rojnamevan, parêzvanên mafên mirovan û çalakgerên ji tevahî cîhanê beşdar bûn.
Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan, pankartên “Azadiya Rêber Apo misogeriya aştî û demokrasiyê ye” hatin hildan. Şênî ji pêş navenda demkî ya bicihbûna koçberên Efrîn û Şehbayê ya li Bajarê Werzîşê meşiya û ber bi avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê ve çûn.
Li pêş meclisê, beşdar sekinîn. Li wir endamê rêveber ê Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Sûad Oso axivî û got: “Banga Rêbertî ya dîrokî ya di 27ˊê Sibata 2025ˊan de hatiye kirin vîna durist a rawestandina tundiyê, rizgariya ji qeydên aloziyê, xêzkirina xuyangên civaka demokratîk ji bo hemûyan, nîşan da.”
Sûad diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan îsbat kir ku aştî ne xeyal ne jî diruşmeyek e, lê dema xwe bispêre fikreke resen û vîna nayê şikandin rastiyeke pêkan e.
Sûad anî ziman ku: “Bi navê xelkê kantona Tebqayê em diyar dikin ku baweriya me bi vê banga dîrokî kûr e û dibînin ew bang ji bo rawestandina şerê ku gelên herêmê westandiye firseteke rastîn e û ji bo avakirina civakeke demokratîk ku maf û azadiya tevan misoger bibe şansek e.”
Di dewama axaftina xwe de Sûad da zanîn ku berdewamkirina paşguhkirina înîsiyatîfa Rêber Apo ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve li pêş rêveçûna aştiyê astengiyek e û li ser siberoja herêmê xeteriyek e.
Sûad di dawiyê de got: “Em bi fikra Rêbertî re ya ku îro temsîla pûsileya çareseriya demokratîk dike girêdayî ne. Em bang li cıvata navneteweyî dikin ku bi berpirsiyariyên xwe rabe, ji bo bidawîkirina tecrîdê bixebite û Rêber Abdullah Ocalan berde û rê li pêş Rojhilata Navîn veke ku aştî, azadî û rûmet misoger bibe.”
Di dawiyê de diruşmên “Bê Serok Jiyan Nabe” hatin berzkirin.



