HRE’ê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanan eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê nasnameyên 3 şervanên xwe yên ku duh di bersivdayîna êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser gundên Şehbayê de şehîd dibûn, eşkere kirin.

HRE’ê di daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina riya şehîdan nû kir.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê nasnameya 3 şervanên xwe ku duh di bersivdayîna êrişên artêşa Tirk yên li ser gundê Til Rîhal û Girê Radar ên Şehbayê şehîd bibûn, eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya HRE;

1’ê Sibatê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşek bejahî birin ser gundê Til Rîhal û Girê Radar yên Şehba.

Hêzên Rizgariyê jî bersiva êrîşê dan û êrîş şkenandin.

Di encama şer û pêvçûnên ku qewimîn de 22 çete hatin kuştin, û bi kêmanî 10 çete jî brîndar bûn.

HRE’ê diyar kir ku 2 çeka AK-47 û 1 rext ji aliye hêzên wan ve hat desteserkirin.

Di heman rojê de artêşa dagirker gundên navçeya Şera, Şêrawa û herêma Şehba bê navber topbaran kir.

HRE’ê diyar ki ku li dijî wan êrîşan şervanên wan bi berxwedaniyekî bêhempa şer kirin û 3 ji wan gihaştin asta şehadetê.

HRE’ê di dawiya daxuyaniya xwe de soza bilindkirina têkoşîna li dijî dagirkeriyê dûbare kir.

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne,

Esed Mihemed bi nasnav Dilpak Efrîn, li Efrînê ji dayik bûye, 1’ê Sibata 2020’an li gundê Girê Radarê yê Şehbayê şehîd bû.

Nasnameyên şehîdan wiha ne;

Nasnav: Dilpak Efrîn

Nav û Paşnav: Esed Mihemed

Navê Dayikê: Suad

Navê Bav: Xalid

Cihê ji dayikbunê: Efrîn

Cih û dîroka şehadetê: Şehba – Girê Radarê / 1 Sibat 2020

****

Nasnav: Nemir Efrîn

Nav û Paşnav: Nîhad Mihemed

Navê Dayikê: Elîf

Navê Bav: Mihemed

Cihê ji dayikbunê: Heleb

Cih û dîroka şehadetê: Şehba – Girê Radarê / 1 Sibat 2020

****

Nasnav: Bakûr Efrîn

Nav û Paşnav: Omer Osman

Navê Dayikê: Siham

Navê Bav: Suphî

Cihê ji dayikbunê: Heleb

Cih û dîroka şehadetê: Şehba – Girê Radarê / 1 Sibat 2020.

Back to top button