KCKD E: DIVÊ EWROPA NAVÊ PKK’Ê JI LÎSTEYA TERORÊ DERXÎNE

Dîwana Edaletê ya Ewrûpayê di 15 Mijdarê de diyar kir biryara YE ya ku PKK xistibû nav ‘lîsteya rêxistinên terorê’ xwe naspêre delîlên zêde û divê ev biryar were betalkirin.

Kongra Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê KCDK-Ewropa bi daxuyaniyekê bal kişand ser biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê ji Yekîtiya Ewropayê, sazî û dewletên Ewropayê xwest, vê biryarê bi cih bînin.

Kongra Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê KCDK-E li ser biryara 15’ê Mijdarê ya Dîwana Edaletê ya Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin,

“Di doza dijî bicihkirina navê PKK’ê li ‘lîsteya rêxistinên terorê’ de, biryar hate dayin ku delîlên ji bo qedexekirinê bûne hincet, têrker nîn in.

Parêzerên Konseya Ewropa, Komîsyona Yekîtiya Ewropa, Brîtanya Mezin li aliyekî û parêzerên bi navê PKK’ê ji bo qedexe were rakirin doz vekirin, li rûniştina dozê amade bûn.

Dadgeha Giştî ya Dîwana Edaletê diyar kir, delîlên ji bo qedexekirinê hatine pêşkêşkirin bi baldarî nehatine lêkolîn û biryar da ku delîl têra qedexekirinê nakin.

Dadgehê her wiha ragihand ku rewşa nû ya PKK’ê ya li Rojhilata Navîn bi têrkerî nehatiye lêkolîn, ji nedîtî ve hatiye, PKK’ê ji sala 2009’an ve dem bi dem agirbest ragihandiye.

Dîwana Edaletê her wiha diyar kir, divê were dîtin ku PKK’ê li dijî çeteyên barbar ên DAÎŞ’ê jin û zarokên Êzidî, Asûrî, Xiristiyan, gel û baweriyên cuda parastiye.

KCDK-E’yê ji Yekîtiya Ewropa û hemû sazî û dewletên Ewropayê xwest ku biryarê bi cih bînin û got,

“Ev biryar nîşan dide ku PKK têkoşîneke mafdar û rewa dike û bi rengekî bê hiqûqî di lîsteya terorê de ye.

Divê hêzên siyasî vê biryarê bi cih bînin.

KCDK-Ewropa bang li hemû sazî û dostên xwe kir ku ji bo bicihanîna biryara Dîwana Edaletê bikevin nava hewldanan.

Leave a Reply

Back to top button