Mezlûm Ebdî: Rapora Meclisa Ewlekariyê derbarê DAIŞ’ê de rast e

Têkildarî rapora Konseya Ewlekariyê ya ku DAIŞ’ê xwe jinûve birxistin dike, Fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî tekez kir ku agahiyên raporê rast in û dewleta Tirk rih dide DAIŞ’ê.

Têkildarî mijarê, Fermandarê giştî yê QSD’ê, Mezlûm Ebdî, li ser hesabê xwe yê tiwîterê diyar kir ku rapora Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî ya derbarê DAIŞ’ê de rast û zelal e.

Ebdî got:

Tirkiye li herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku dagir kirine hîna rih dide DAIŞ’ê û berhemên malî, mirovî û erdîngariyek nû da DAIŞ’ê.

Fermandarê giştî yê QSD’ê, Mezlûm Ebdî, bang li Konseya Ewlekariyê kir ku bi berpirsyartî nêz bibe û destekê bide ewlehî û destkeftiyên ku di şerê li dijî terorê de hatin bidestxistin.

Beriya çend rojan Meclisa Ewlekariyê hişyar dabû ku DAIŞ li Sûriye û Iraqê bi serkêşiya serçeteyekî nû xwe ji nû ve bi rêxstin dike.

Rapora Konseya Ewlekariyê ya Navdewletî ya derbarê DAIŞ’ê de rast û zelal e.
Tirkiyê li herêmên bakurê Sûriyê yên ku dagirkirine hîna rih dide rêxistina DAIŞ’ê, berhemên malî, mirovî û erdîngariyek nû da rêxistin.
Divê Meclisa Ewlekariyê bi berpirsiyartî tev bigere û piştgiriya aramî û parastina deskeftiyên me li dijî terorê bi dest xistine, bike

Back to top button