ENKS navendên xwe yên li Rojava vedike

Piştî danustandinên aliyên kurdî, Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê biryar da ku ofîsên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê veke û dest bi xebatên xwe yên siyasî bike.

Çavkaniyeke pêbawer ji mere ragihand ku li balefirgeha Himêmîn ya Rûsî ya Lazqiyê, di navbera partiyên siyasî yên di rêveberiya xweser û ENKS’ê de hevdîtinek çê bûye.

Hevdîtina di navbera aliyên kurdî de bi erênî derbas bû.

ENKS’ê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku wan biryar daye ewê navendên xwe yên li Rojava careke din vekin.

Di serdana heftiya bihorî ya xwe ya ji bo Herêma başûrê Kurdistanê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayî Mîxaîl Bogdanov jî teqezî li ser giringî û pêwîstiya yekrêzî û yekhelwestî ya partiyên kurd ya li Sûriyê kiribû.

Hêjayî bibîrxistinê ye, piştî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk yên li ser Girê Spî û Serê Kaniyê Fermdanrê giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî banga yekrêziyê li partiyên kurdî kiribû.

Mijarên Girêdayi

Back to top button
Close
Close