Radyoya ”Suroyo FM” li bajarê Qamişlo hat vekirin

Li bajarê Qamişlo yekem radyoya taybet bi pêkhateyê Suryan bi navê “Suroyo Fm” hate vekirin.

Bi beşdarbûna dezgehên çapemeniyê yên xwecihî, meclisên xwecihî yên Suryana Ortodoks, keşeyên Suryan, endamên saziyên Rêveberiya Xweser û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Sotoro) radiyoya (Suroyo) li bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê hate vekirin.

Radyo dê rojane ji saet 08:30’an heta 20:00’an li ser înternêtê li ser pêla 95,5 weşanê bike.

Rêveberên Radyoya Suroyo vekirina radyo li tevahî gelên Bakur û Rojihlatê Sûriyê, bi taybet gelê Sûriyê pîroz kir û diyar kirin ku ev radyo dê bibe gava nêzîkirina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li welat û derveyî wê.

Rêveberên radyoyê destnîşan kirin ku dê bernameyên cilereng bi zimanên suryan, asurî û kildanî werin weşandin.

Back to top button