LEYLA GUVEN: HEMÛ GEL TECRÎDÊ WEK SÛCÊ MIROVAHIYÊ BI NAV DIKE

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven têkildarî çalakiya xwe axivî û got;

Armanca çalakiya min tenê ne ew e hevdîtinek bi Birêz Ocalan re pêk were.

Armanca çalakiya min ew e ku dawî li tecrîdê bê.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven bi rêya parêzerên xwe çalakiya xwe ya greva birçîbûnê ya bêdem ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxand.

Leyla Guven li ser çalakiyên piştgiriyê wiha got:

Çalakiyên ji bo piştgiriya çalakiya min mezin dibe.

Hemû gelê kurd û derdorên demokratîk û parêzvanê mafên mirovan dizanin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye.

ARMANCA QEDEXEKIRINA ÇALAKIYAN TIRSANDINA CIVAKÊ YE

Guven di nava axaftina xwe de bal kişand li ser biryara qedexeya Walîtiya Amedê ya ji bo piştevaniyê wê û ev tişt anî ziman;

Ev biryar ne tiştekî nûye ji bo hikumetek faşîzt ya AKP’ê.

Armanca wan tirsandina civakê ye.

Lê gelê kurd tevî hemû zext, astengî, qedexe û zilmê jî xwedî li nirxên xwe derdikevin û AKP jî nikare ji vê polîtîkaya xwe encamê bigire û AKP xwe dixapîne.

ARMANCA ÇALAKIYA MIN DAWÎ LI TECRÎDA MUTLEQ BÊ KIRIN

Guven bal kişand ser armanca tecrîdkirina Ocalan û çalakiyên ji bo Ocalan hatine kirin.

Armanca çalakiya min tenê ne ew e hevdîtinek bi Birêz Ocalan re pêk were.

Armanca çalakiya min ew e ku dawî li tecrîdê bê.

Divê di çarçoveya hemû mafên qanûnî yên ji bo Birêz Ocalan de şertên wî bên başkirin.

EGER SIYASETA AKP’Ê WIHA DEWAM BIKE WÊ DAWÎ LI XWE BÎNE

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di dawiya nirxandian xwe de ev peyam da hikumeta AKP’ê û raya giştî: û got:

APK neçare ku hesasiyetên gelê kurd bigire ber çavan.

Eger ev rewş dewam bike, dê AKP dawiyê li xwe jî bîne.

Wê ji ser dika siyasetê biçe ser sergo.

Leave a Reply

Back to top button