Dadgeha Bilind a Brezîlyayê piştî ku di hilbijartinên 2022’yan de winda kir, Serokê berê Jair Bolsonaro ji ber “derbeya ji bo hilweşandina pergala demokratîk” 27 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Daireya Yekem a Dadgeha Bilind a Brezîlyayê di darizandina wî ya ji bo hewldana darbeyê ya li dijî hikûmeta Serokdewlet Luiz Lula da Silva de Bolsonaro sûcdar dît.
Çar ji pênc dadgerên ku serokatiya dozê dikirin, Bolsonaro sûcdar dîtin û serokê berê yê rastgir 27 sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.
Li gorî medyaya herêmî, dadgehê cezayê girtîgehê ji du heta 26 salan li Bolsonaro û heft bersûcên din birî.
Bolsonaro îxtîmal heye cezayê xwe di bin çavdêriya malê de, di odeyeke taybet a girtîgeheke ewlehiya bilind a li paytext Brezîlyayê, an jî di baregehekê de bikşîne.



