Neteweyên Yekbûyî danezana çareseriya du dewletan a ji bo Îsraîl û Filistînê bi piraniya dengan qebûl kir. Her wiha, di danezanê de Hamas hat şermezarkirin.
Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, beriya civîna ku wê lîderên dewletan tevlî bibin, danezanek xistin dengdanê.
Danezan pêşbîniya “gavên şênber, dema wê diyar û paşde nayên kişandin” dike di navbera Îsraîl û Filistiniyan de çareseriya du dewletî radigihîne.
Lijenya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ji 193 endaman pêk tê. Ji van 142 liban erê kir, 10 liban red kir û 12 welatan jî dengê xwe bi kar neanîn.
Êrîşên Hamas û Îsraîlê li dijî Xezeyê hatin şermezarkirin.
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îsraîlê biryar bi rengê “zirardar e û pêşendana danasînê ye” rexne kir û ev yek boykot kir.
Danezan ji 7 rûpelan pêk tê. Di encama konferanseke navneteweyî de derket holê ku di meha Tîrmehê de bi malovaniya Erebîstana Siûdî û Fransayê hatibû lidarxistin.
Dengdana dawî wê di 22’yê Îlonê de bê kirin. Tê payîn ku dewleta Filistînê bi fermî bê qebûlkirin.



