Li Borkîna Faso êrîşek pêk hat, 20 sivîl hatin kuştin

Li Borkîna Faso di êrîşeke çekdarî de, 20 sivîl hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyeke ewlehî ji Ajansa AFP’ê re ragihandiye, çekdarin nenas şevê din êrîşî gundê Lamdamol ku 40 km dûrî Gorgadicî ya bakurê Borkîna Fasoye kir.

Di êrîşê de 20 kes hatin kuştin.

Çavkaniyekî din teqez kir ku ev êrîş piştî ku çekdarin nenas gef li sivîlan xwaribû ku ji gund derkevin pêk hat.

Back to top button