Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi tevkariya HAT’ê li Dêra Zorê 8 çeteyên DAIŞ’ê girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê mijarê de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hemahengiya Hêzên Antîteror (HAT), berbanga 13’ê Îlonê operasyonek ewlehiyê li bajarê Dêra Zorê li dar xist û got:
Di encama operasyonê de şaneyeke DAIŞ’ê ku ji 8 çeteyan pêk dihat hat girtin û miqdarek çek û cebilxane ku li gel wê hate dîtin, hat desteserkirin.
Li gorî daxuyaniyê, şaneya hatiye girtin plana pêkanîna êrişan li dijî ewlehî û istiqrara herêmê dikir.
Her wiha hate gotin ku dê operaasyonên li dijî komên çete bidomîne û bang li şêniyan kir ku eger tevgerên biguman bibînin hêzên ewlekariyê agahdar bikin.



