Wezareta Parastinê ya Tirkiyê: 4 leşkerên me li Idlibê hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê ragihand ku, di êrîşeke Rêjîma Sûrî de 4 leşkerên wan li Idlibê hatine kuştin û 9 jî birîndar bûne.

Wezaretê di heman wextê de eşkere kir ku wan, bersiva hêzên Rêjîma daye û çend baregehên wan rûxandiye.

Wezareta Tirkî idia kir ku, tevî agahiyên Rêjîmê ji baregehan hebûn jî, lê ew topbaran kirin.

Têkildarî vê bûyerê hîna aliyên Rêjîma Sûrî ti daxuyanî nedaye.

Tê zanîn ku niha Rêjîm ber bi Seraqib a Idlibê ve bi pêş dikeve û çend nuqteyên Tirkiyê xistine dorpêçê.

Back to top button