Komîseriya Mafên Mirovan a Iraqê: Di nava 4 mehan de 556 kes hatin kuştin

Komîseriya Mafê Mirovan a li Iraqê ragihand ku hejmara kesên ku di xwepêşandanên Iraqê de hatin kuştin bû 556 kes .

Endamê Komîseriyê Elî El Beyatî di daxuyaniyeke çapemeniyê de eşkere kir ku ji 25’ê Cotmeha 2019’an, 399 kes hatine kuştin.

Her wiha ragihand ku hejmara qurbaniyên di xwepêşandanên destpêkê de li gorî rapora komîteyê bû 158 kes.

Bi vê hejmarê jî, di nav de 13 polîsên ewlehiyê, 556 kes hatin kuştin

Back to top button