Jimara qurbanên korona gihaşt 362 kesan

Qurbanên virusa korona ya ji Çînê derketî, gihaşt 362 kesan.

Îro desthilatên Çînê ragihand ku virusa kujer, dawî li jiyana 56 kesên din li parêzgeha Hubei anî.

Bi vê jî, jimara qurbanên korona li sernaserî welêt bilind gihîşt 362 kesan.

Li gorî bîlançoya nû ya komîteya tenduristiyê ya parêzgehê, virus bilez belav dibe û heya niha 2 hezar û 103 rewş di nava 24 saetan de hatine tomarkirin.

Duh jî wezîrê tenduristiyê yê Almanyayê ragihand ku wê welatên G7 li ser vê mijarê bixebitin û konferanseke çapemeniyê li ser asta wezîrên tenduristiyê li dar bixin.

“Corona Virus”
Tê payîn welatiyekî çînî li cezayîrê bi virusê ketibe

Duh jî dezgehên ragihandinê yên Cezayîrî yekem rewş li welêt ragihand.

Li gorî malpera “el-Nehar Online” ya Cezayîrî, welatiyekî Çînî ku dihat payîn ew bi virusê ketiye, niha di bin çavdêriyeke giran de ye.

Li aliyekî din, hat ragihandin, “zilamekî 50 salî ku tê payîn bi şewba berazan ketiye, derbasî nexweşxaneya Lixidir Bû Zîdî li rojhilatê paytexta Cezayîrî kirin.”

Back to top button