Çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Mexmûrê kir şivanek û 2 endamên HPC’ê birîndar bûn

Çeteyên DAIŞ’ê duh êrişî Wargeha Mexmûrê a şehîd Rustem Cûdî kirin. Di encamê de şivanek û du endamên hêza parastina Civakî birîndar bûn û 2 çete jî hatin kuştin.

Di encama êrîşê de şivanê binavê Serdar Alturk bi giranî birîndar bû.

Alturkê despêkê rakirin nexweşxaneya wargehê, lê ji ber rewşa wî ya giran bizîşkan Alturk ji bo nexweşxaneya Hewlêrê şandin.

Lê careke din, asayîşa PDK’ê rê neda ku birîndar ji bo Hewlêrê were şandin.

Piştî zextên gel û rêveberiya wargehê asayîşa PDK’ê neçar ma ku rê bide birîndaran ku derbasî Hewlerê bibin.

Piştî êrîşê, Hêzên Parastina Civakî jî yekser bersiva êrîşên çeteyên DAIŞ’ê dan.

Di encama berxwedana hêzên parastinê de êrîşa çeteyan hat şikandin û 2 çete hatin kuştin.

2 endamên hêza parastinê jî birîndar bûn.

28’ê Çile jî çeteyên DAIŞ’ê careke din êrîşî Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) kirîbûn.

Back to top button