CIWANÊN SIRÎNÊ BI DAXUYANÎ DAGIRKERÎ Û BIRYARA DYA ŞERMEZAR KIRIN

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya navçeya Sirînê êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakurê Sûriyê û biryara DYA’yê şermezar kirin.

Daxuyanî li qada Şehîdan li navenda navçeyê ji hêla endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Beşar Elî ve hate xwendin.

Di daxuyaniya ciwanan de wiha hat gotin;

“Em weke ciwanên şoreşger ên navçeya Sirînê em êrîşên artêşa Tirk a dagirker yên li dijî herêmê şermezar dikin.

Artêşa Tirk bi van êrîşan hewl dide deshilatdariya imparatoriya Osmaniyan li ser herêmê vegerîne.

Wekî ciwan îradeya me hêza gelê me ye, bi vê îradeyê em li hemberî êrîşan bisekinin û bibersivînin.

Ciwanan biryara Emerîka ya li ser 3 pêşengên Kurd şermezar û red kirin û bang li DYA’yê kir ku biryara xwe rawestînin.

Daxuyanî bi gotina siloganan bi dawî bû.

Leave a Reply

Back to top button