Peyama Rêber Abdullah Ocalan radestî şêx û rûspiyên qebîleyên Mihelmiye û Benî Rebîayê hat kirin.
Şêx û rûspiyan ku bersiva peyamê da, piştgiriya xwe bi QSD’ê re anîn ziman û diyar kir ku QSD’ê garantorê parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Rêber Abdullah Ocalan peyamek ji serokweşîr û rûspiyên Cizîrê, Tebqa, Reqa û Dêrazorê re şand.
Rêber Abdullah Ocalan di peyamê de banga xwedîderketina li xwişk-biratiya gelên Kurd û Ereb a dîrokî û piştgiriya bi QSD’ê re kir.
Ji bo peyama Rêber Abdullah Ocalan radestî eşîran were kirin, komîteyek hat avakirin.
Endamên komîteyê serdana şêx û rûspiyên qebîleya المحلّيمة Mihelmiye û qebîleya Benî Rebîayê yên li bajarê Qamişloyê kir û peyama Rêber Abdullah Ocalan radestî wan kir.
Şêx û rûspiyên her du eşîran pêşwaziya peyama Rêber Abdullah Ocalan kir û diyar kir ku helwesta wan a nîştimanî diyar e.
Her wekî gotin, kantona Cizîrê nimûnyeke bêhempa ya xwişk û biratiya gelan û jiyana hevbeş e, lewra tu aliyên derve yan hundirîn nikarin vê nimûneyê xirab bikin.
Şêx û rûspiyan anîn ziman ku herêm bi saya yekitî û hevgirtina wan heye û got; ew naxwazin herêm bibe qadek nakokiyên derve yan amûrên xirabkirinê.
Rûspî: QSD’ê garantorê parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye
Heman demê îşaret pê kirin ku eşîr berê û niha jî beşekî esasî ya parastina herêmê û piştgiriya projeya demokratîk in.
Rûspiyan piştgiriya xwe bi QSD’ê re anîn ziman û ew wekî hêza nîştimanî ya garantora parastina ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi nav kir.
Rûspiyan anîn ziman ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelên bindest kedek mezin da û pîvanên xwişk û biratiya gelan belav dike.



