Rêxistina Hevkariya Îslamî civîneke awarte li dar dixîne

Ji bo peymana sedsalê ya Trump, Rêxistina Hevkariya Îslamî civînekê awarte li Cedayê li dar dixîne.

Rêxistinê li ser tiwittera xwe ragihand ku “civîna awarte wê li ser asta wezîrên derve were lidarxistin.

Rêxistina Hevkariya Îslamî teqezî li ser helwest û piştevaniya xwe ji gelê Filistînî re kir ku ew ê heya karibin ji bo serxwebûna welatê wan bixebitin.

Roja Şemiyê, encamnameya dawî ya civîna komkara welatên Ereb jî plana Amerîkî red kir û got ew ê ji bo pêkanîna vê yekê qet alîkariyê nedin birêveberiya Amerîkayê.

Trump, Sêşema borî ji bo cudakirina herdu welatan plana xwe ya bi navê peymana sedsalê ragihandibû.

Li gorî çavdêran, ev plan yekser li pişta Îsraîlê ye û gelek mafên Filistîniya tê de hatiye xwarin.

Back to top button