Şandeyeke Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya kantona Dêrazorê û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê peyama Rêber Abdullah Ocalan radestî şêx û rûspiyên eşîrên kantona Dêrazorê kirin.
Şandeyeke kantona Dêrazorê peyama Rêber Abdullah Ocalan radestî şêx û rûspiyên eşîran kir.
Şande ji endamên Meclisa Rêveber, Serokatiya Desteya Hundirîn û Serokatiya Meclisa Leşkerî pêk dihat. Şande serê pêşîn çû gundê Meratê û serdana mêvanxaneya nûnerê eşîra El Xencer Ebdulkerîm Husên Turkî El Xenam, kir. Piştre çû bajarokê El Siwerê û serdana mêvanxaneyên Cemîl Reşîd (Êla El Igêdat) û Mişaan Turkî El Xebîl kir.
Di serdanan de, endamên şandeyê destnîşan kirin ku peyama Rêber Abdullah Ocalan ne tenê nivîsek e ku were xwendin, lê belê bangek e ji bo avakirina civakek hevgirtî ku li ser nirxên hezkirin û rêzgirtina hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de were birêvebirin.
Her wiha endamên şandeyê diyar kirin ku ev peyam nerîna stratejîk ji bo pêşeroja jiyana hevbeş a li Sûriyeyê radigihîne û zemîneke fikrî ji bo diyalog û têgihîştinê di navbera hêzên civakî de ava dike.
Şêx û rûspiyên eşîran piştrast kirin ku peyam bangek ji bo aştî, jiyana hevbeş û xurtkirina biratiyê di navbera pêkhateyên cûda de ye.
Her wiha kopiyên peyamê li şêx û rûspiyan hatin belavkirin, bi armanca ku naveroka wê ji beşek herî berfireh ji şêniyên Dêrazorê re were ragihandin û hişmendiya raya giştî li ser girîngiya wê di vê dema hesas de were zêdekirin.



