DEWREYEK HPC JI BO 100 ENDAMÊN XWE BI DAWÎ KIR

Li bajarê Qamişlo bi merasîmekê dewreyeke perwerdeyê ya 100 endamên HPC’ê bi dawî bû û navend hate hate vekirin.

Hêzên Parastina Civakî bi merasîmekê navendeka xwe li beşê rojhilatê bajarê Qamişlo bi navê “Şehîd Serhed Botanî” vekir.

Di heman demê de dewreya perwerdeyê ya bi navê “Şehîd Mûaz Îsa” bi dawî bû.

Şehîd Mûaz Îsa endamên HPC’ê dema erka xwe pêk di anî şehîd bû.

Dewreyê bi tevlêbûna 100 endaman 21 rojan dewam kir.

Di dewreyê de endaman li ser çawaniya bikaranîna çekê hatin perwerdekirin.

Malbatên şehîd Muaz Îsa û Serhed Botanî, şêniyên Qamişlo, endamên Hêzên Parastina Civakî, şervanên YPG/YPJ’ê û endamên saziyên sivîl di merasîmê de amade bûn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Şêxmûs Hesen vekirina navendê li endaman pîroz kir û got;

“Bila baş bizanibin ku xwîna hemû pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan tev li hev bûne.

Ji ber wê tu hêzek nikare wan ji hev du cuda bikin û fîtneyan di navbera wan de derbixîne.”

Navend ji aliyê dayika Şehîd Serhed Botanî deriyê navendê ve hate vekirin. Paşê beşdaran di nav navendê de geriyan.

Leave a Reply

Back to top button