Meclisa Leşkerî ya Minbic bang vegera şêniyên Minbicê kir

Meclisa Leşkerî ya Minbicê bang li şêniyên Minbicê yên li herêmên dagirkirî dimînin kir ku vegerin bajarê xwe.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser mijarê daxuyaniyek li ser malpera xwe belav kir.

Meclisê diyarkir ku wan 25 Çileyê hin civîn lidarxistin û tê de daxwaz hatiye kirin ku şêniyên Minbicê yên li herêmên dagirkirî vegerin cih û warê xwe.

Meclisê ragihand ku ewê ewlekariya şêniyan ya heta bicihbûnê garantî bikin.

Meclisê da zanîn ku wan ji bo kesên ji aliyê dagirkeriyê ve hatine xapandin, fersendek daye da ku werin li mal û jiyana xwe ya berê vegerin.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê dawiya daxuyaniya xwe diyar kir ku deriyê wan jî ji bo beşdarbûnê vekiriye.

Back to top button