HDP: Ev êrîş, zindîbûna DAIŞ’ê nîşan dide

Komîteya Navendî ya HDP’ê têkildarî êrîşa li ser Mexmûrê daxuyaniyek da û diyar kir ku êrîş zindîbûna DAIŞ’e nîşan dide.

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî jî bang li rêveberiya başûrê Kurdistanê kir ku ambargoya li ser Mexmûrê rake.

Her weha TAJÊ daxwaza ji tevahiya gelê Kurd kir ku xwedî li Mexmûrê derkevin.

Komîteya Navendî ya HDP’ê têkildarî êrîşa li ser Mexmûrê daxuyaniyek nivîskî da.

HDP’ê diyar kir ku destpêkê AKP’ê Mexmûrê hedef nîşan dide, piştre jî DAIŞ êrîş dike.

HDP’ê dest nîşan kir ku bi vê êrîşê careke din teqez bû ku DAIŞ xwe zindî dike.

HDP’ê têkçûna leşkerî ya DAIŞ’ê li ser destê QSD’ê bîr xist û got:

Piştî dewleta Tirk êrîşî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî kir careke din DAIŞ’ê komî hev kir û dest bi tevgerê kir.

HDP’ê dawiya daxuyaniya xwe dest nîşan kir ku ev êrîşên DAIŞ’ê, yên tolhildanê ne, ji ber Kurd li pêşiya belavûna wê dibe asteng.

ÊRÎŞA LI SER MEXMÛRÊ
TAJÊ: BÊDENGÎ SÛCE, XWEDÎ LI MEXMÛRÊ DERKEVIN

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî jî bi daxuyaniyekê êrîşa li ser Mexmûrê şermezar kir.

TAJÊ bîr xist ku Kampa Mexmûrê li gorî qanûnên navneteweyî dikeva nava sîwana ewlehiyê de.

Lê dewletên navneteweyî bê deng in.

Bêdengiya wan jî hevkariya sûc e.

TAJÊ îşaret bi ambaroya li ser Mexmûrê jî kir û bang li rêveberiya başûrê Kurdistanê kir ku tavilê ambargoya giran rake.

TAJÊ ji tevahiya gelê Kurd xwest ku xwedî li Mexmûrê derkevin û dest bi çalakiyan bikin.

Back to top button