Koçberên Efrînê alîkariyek madî û manewî ji kampa Waşûkanî re şandin

Di demekî de ku saziyên navê mirovî li xwe dikin bê dengin û koçberên li bakûr û rojhilatê Sûrî paşguh dikin, Koçber bi xwe alîkariya hev dikin. Bivê armancê koçberên Efrînê li gorî derfetên xwe alîkariyek madî ji koçberên Waşûkanî re şandin.

Koçberên ku êşa koçberiyê baş dizanin di her fersendê de alîkariya hev dikin.

Koçberên Efrînê yên êşa koçberiyê baş dizanin ji bo koçberên Serê Kaniyê li gorî derfetên xwe alîkarî komkirin.

Efrîniyan Milyonek, 644 hezar û 500 L.S ji koçberên Serê Kaniyê yên li Kampa Waşûkanî re rêkirin.

Hevserokê TEV-DEM’ê yê Hesekê Ferhan Dawûd û endamê buroya rêxistinî Farûq Tozo alîkarî radestî Rêveberê Kampê Hesen Yûsiv kirin.

Farûq Tozo alîkarî bi gaveke xwedî wateyeke mezin bi nav kir.

Back to top button