Ambargo li ser wargeha Mexmûrê rê li ber êrîşan vekir!

Ev nêzî 7 mehin ku hikumeta herêma başûrê kurdistanê ambargo li ser Wargeha Mexmûrê daniye.

Bi zêdegirina zextên li ser wargehê re, çeteyên DAIŞ’ê jî êrîşên xwe zêde kir.

Şêniyên wargehê jî li dijî van zextên ku li ser gelê herêmê têne meşandin bertek nîşan dan.

Hikûmeta Herêma başûrê Kurdistanê ji Tîrmeha 2019’an ve ambargo daniye ser Kampa Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê.

Wargeha ku nêzî 12 hezar kes lêne, ev 7 mehin di dorpêça asayîşa PDK’ê de ye.

Ji ber asayîşa Hewlêrê rê nade nexweşan, heya niha nêzî 6 zarok yan di zikê dayîka xwede mirine yanjî ji ber dereng gihîştine nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dan e.

Ev dorpêça li ser wargehê jî êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ku li rojhilatê wargehê ne zêde kir.

Balkêşe ku hem wextî dema ambargoyê, êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên li dijî kampê û liv û tevgera balafirên sîxûrî û şer yên li ser wargehê jî zêde bûne.

28’ê Çile, komek çeteyên DAIŞ’ê xwestin bikevin wargeha Mexmûrê û komkujî pêkbînin.

Lê şivanên wargehê yên pezê xwe ji derveyî wargehê diçêrandin, piştî çeteyan ferq dikin û gule li wan reşandin, çete paşde reviyan.

Piştî çend rojan carek din çeteyan êrîşî wargehê kir.

Koma çeteyan ku xwestin bikevin wargehê û êrîş pêkbînin, rastê şivanên wargehê hatin.

Dema şivan çeteyan ferq dikin, gule li wan direşînin û xwe ji wan diparêzin.

Piştî demek kurt şêniyên wargehê li gel Hêzên Parastina Civakî û ekîbên tendûristiyê berê xwe dan cihê bûyerê û şer derket.

Pevçûn biqasî saetekî dewam kir.

Şerê li herêmê bi qasî 2 saetan dewam kir.

Di encamê de êrîşa çeteyan hate şikandin û 2 çete hatin kuştin.

Her wiha di encama berxwedaniya gelê herêmê de, şivanek û 2 endamên hêzên parastina Civakî birîndar bûn.

Rewşa 2 birîndaran jî girane.

Piştî kontrola despêkê birîndarên rewşa wan giran yekser şandin bajarê Hewlerê û niha li wir têne dermankirin.

Dayîka binavê Zehîde Alturk jî li dijî helwesta hikumeta herêma başûrê kurdistanê bertek nîşan da.

Back to top button