Nîvê Adarê, Almanya civîneke din ji bo Lîbyayê li dar dixe

Piştî Artêşa Niştimanî ya Lîbya li ser komîteya leşkerî ya hevbeş erê kir, Almanya civînekê ji bo agirbestê li dar dixîne.

Wezîrê derve yê Almanyayê Heiko Maas ragihand ew ê civîneke nû der barê agirbesta Lîbyayê de li dar bixin û diyar kir wê “hemû wezîrên derve yên li Kongreya Berlînê amade bûbûn, careke din di nîvê meha Adarê de li hev rûnên.”

Maas teqezî li ser xebatên Konseya Ewlekariyê kir ku ew ê biryarekê ji bo welatên ku “biryara qedexekirina çekan” binpê dikin, derxîne.

Nûnerê Lîbyayê yê Nîjerê ji hikumeta Fayîz El-serac veqetiya

Li aliyeke din, Nûnerê Lîbyayê yê Nîjerya jî ji hikumeta Fayiz El-Sîrac ya li Terablusê veqetiya û piştgiriya xwe ji Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê re ragihand.

Cezayir li ser pêwîstiya bidûrxistina çekdarên biyanî li Lîbyayê teqez kir

Duh jî serokkomarê Cezayîr û yê Tûnisê ji bo rewşa Lîbyayê civiyan û teqezî li ser “pêwîstiya bidûrxistina çekdarên biyanî ji Lîbya û qedexekirina veguheztina çekan ji welatên cîran re,” kir.

Back to top button