Erdogan Rûsya şantaj kir: Bijî Ûkrayîna û em tevlîkirina Qeremê ji Rûsyayê re nas nakin

Di hemwextî şerê gefxwarinê yê dewleta Tirk li dijî rejîm û Rûsyayê, Erdogan ji Ûkraynayê gef li Rûsya xwar û careke din gotinên nijadperestî dubare kir.

 

Serokkomarê dewleta tirk Erdogan îro di serdana xwe ya bi hempîşeyê xwe yê Ukraynî Viladîmir Zîlînkisî re dimeşiya, li pêşiya Hêzên Ukrayînî yên dijberî Rûsyayê sekinî û silav kir.

Erodgan weke gef li dijî Rûsyayê got:

Bijî Ûkrayîna.

Hêzên Ukrayînî jî bersiva Erdogan da û gotin: Bijî ji Lehengan re.

Ev silava navborî di şerê Cîhanî yê Duyemîn de, piştî ku ”Tevgera Ukraniyên Netewperest” sala 1939’an wek sirûd ji xwe re ragihand, belav bû.

Sala 2014’an de piştî darbeya Rastgirên Netewperest ên Ukrayînî ev silav dîsan kete rojevê.

Erdogan di serdana xwe ya Ukrayînayê li rex gefxwarina Rûsyayê, teqez kir ku ew ê tevlîkirina Rûsyayê ji gireva Qeremê re dê qet nas neke.

Balkêş e ku ev daxuyaniyên Erdogan di wextekî de tên ku têkilyên Rûsî-Tirkî ber bi aloziyekî kur ve diçe.

Back to top button