Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li Kantona Reqayê bi operasyonekê kesekî ji bo Edaletê dihat xwestin, girtine.
Navendê diyarkir ku îro li Kantona Reqayê Hêzên H.A.T operasyoneke ewlehiyê pêk anî.
Di encamê de kesekî ji edaletê re dihat xwestin, hat girtin.
Navendê da zanîn ku di dema operasyonê de hemû çek û cebilxaneyên bi wî kesî re desteserkirin.
Her wekî piştrastkir ku ev operasyon ji bo misogerkirina ewlehiya Reqayê û parastina welatiyan ji her hewldanek bêîstîqrarkirina bajêr pêk hat.



