Asya Abdullah : Banga li rêxistinên jinan dikim ku asta têkoşînê bilin bikin

Li bajarokê Rimêlanê civîna salane ya Kongreya Star bi beşdariya nûnerên rêxistina Kongreya Star ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dikeve.Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah di destpêka civînê de axivî û diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide pergala demokratîk têk bibe, her wiha bang kir ku têkoşînê bilind bikin û rêxistina jinan li hember van xetereyan geş bikin.

Kongra Star îro civîna xwe ya salane li bajarokê Rimêlan yê Girkê Legê li dar xist.

Civîn saetên sibehê li hola Sendîkaya Karkeran, bi beşdarbûna 80 nûnerên Kongra Star ji herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest pê kir.

Endama Koordînasyona Kongra Star Asya Abdullah destpêkê axivî û lidarxistina civînê pîroz kir.

Asya Abdullah : Jin îro pêşengiya tekoşînê li Rojhilata Navîn dike

Asya Abdullah rewşa dawî ya herêmê nirxand û got:

Rojhilata Navîn a ku dergûşa şaristanî û çandan e, bi rojane rastî êrişên mezin ên leşkerî, civakî, çandî û siyasî tê.

Sedema van pirsgirêkan jî zîhniyeta desthilat ya ku li dijî jiyana hevbeş û vîna gelan pêk tê.

Asya Abdullah bal kişand ser têkoşîna ku jin û gelên azadîxwaz li dijî van êrişan pêk tînin û wiha anî ziman:

Îro jin pêşengiya têkoşînê li Rojhilata Navîn li dijî peyman, xeterî û êrişan dikin.

Asya Abdullah : Dewleta Tirk hewil dide ji nû ve DAIŞ zindî bike

Asya Abdullah bîr xist ku dewleta Tirk hewl dide DAIŞ’ê ji nû ve zindî bike.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah ji bo pûçkirina planan bang rêxistinkirinê li gel kir.

Her weha ji bo parastina destkeftiyên gel û şehîdan bang bilindkirin û xurtkirina têkoşînê kir.

Back to top button