Di çarçoveya hemleya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikim” Kongra Star li 12 navendên xwe dest bi nivsandina nameyan ji bo Rêber Abdulah Ocalan kirin.
14’ê Gulanê ji aliyê Foruma Azadî û Aştiyê ya Ewropayê ve hemleya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bikim” dest pê kiribû.
Her ku diçe berfirehtir dibe.
Kongra Star jî 1’ê Îlonê, tevlî vê hemleyê bû û çalakiyên cihêreng li dar xist.
Kongra Star li navendên xwe yên li Til Temir, Hesekê, Şedadê, Hol, Erîşa, Kampa Serêkaniyê û Waşokanî derfet da jinan ku nameyên xwe ji bo Rêber Abdullah Ocalan binivîsin.
Endama Koordînasyona Kongra Star Xalîde Botî diyar kir ku jin hêza sereke ya parastina projeya azadî û demokrasiyê ne û ev hemle gaveke dîrokî di têkoşîna ji bo bidestxistina vê armancê de ye.



