Şêniyên Parêzgeha Siwêdayê di mijara serxwebûnê de bi israr in.
Xelkê bajêr ji bo teqezkirina daxwaza serxwebûnê dest bi kampanyaya komkirina îmzeyan dikin.
Di vê derbarê de parêzer Eymen Sêf dîn axivî û got ku ew bi belgeyên fermî îmzeyên şêniyan ji bo serxwebûnê kom dikin û wiha dewam kir:
Parêzer Eymen Sêfdîn ji komîteya amadekar a kampanyayê
Siwêda berî û piştî qirkirinê ne wek hev in.
Niha em ber bi mafê serxwebûnê ve diçin.
Ji ber vê yekê hejmareke parêzer û çalakvan û bi rengekî serbixwe kampanyayek ji bo ku şêniyên parêzgehê îradeya xwe bi rengekî azad nîşan bidin.
Parêzer Kînan Riziq ji komîteya amadekar a kampanyayê
Her wiha parêzer Kînan Riziq jî axivî û got ew bi vê pêngavê ber bi mafê xwe yê serxwebûnê ve diçin û wiha dewam kir:
Îro li qada Keramê xelkê Siwêdayê îradeya xwe nîşan didin û daxwaza çarenûsa xwe dikin.
parêzer Kînan Riziq got ku 300 navend ji bo kampanyayê hatine vekirin her wiha tîmên gerok jî ji bo şopandinê hatine erkdarkirin.
Li aliyê din çavkaniyeke nêzî serokatiya rûhanî ya Durziyan balkişand ser kampanyayê û da zanîn ku diyarkirina çarenûsê mafekî rewa yê Durziyan e.



