Rûsya: Balafireke bêmirov ji ser baregehê hate xistin

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku balafireke bêmirov ji ser baregeha Himêmîmê hate xistin.

Wezaretê diyar kir ku balafireke bêmirov ku ji aliyê deriyayê ve dihat, li nêzî baregeha Himêmîmê ya li gindewarê Lazqiyê hate xistin.

Wezarretê destnîşan kir ku balafira ku hate xistin , bi moşekeke ”Bantisîr S” hate xistin.

Wezaretê da xuyakirin ku ti zirar negihaşte baregehê û xebatên xwe bi awayekî normal berdewam dike.

Beriya niha jî ragihandina rejîma Sûrî jî diyar kiribû ku pergala parastinê ji ser balafirxaneya Himêmîmê du balafirên bêmirov xistin xwarê.

Back to top button