Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê: Pêkanîna agirbestê desteka Erdogan a bi terorê eşkere kir

Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê diyar kir ku pêkanîna agirbestê desteka Erdogan a bi terorê eşkere kir û diyar kir ku Erdogan ji bo pêkanîna çalakiyên xwe yên terorîst şirketeke ewlehiyê ava kir.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî di kongreyeke çapemeniyê de anî ziman ku Artêşa Niştimanî li gorî biryara agirbestê tevdigere da ku derfetekê ji bo çareseriya aştiyane bide.

El-Mismarî destnîşan kir ku, pêkanîna agirbestê hişte ku Erdogan ê ku destekê dide terorê li pêşiya civaka navdewletî teşhîr bibe.

Ehmed El-Mismarî eşkere kir ku Erdogan şirketek ewlehiyê ava kir ku veguherî rêxistina îxwanan da ku çalakiyên xwe yên terorîst pêk bîne.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî got:

Tirkiyê derdora 2 hezar çeteyên Nusrayê şandine Lîbyayê û Erdogan armanc dike ku 18 hezar terorîst bişîne Lîbyayê.

Back to top button