Li bajaroka Zinane ya li herêma Germiyanê çeteyek DAIŞ’ê hate girtin

Li bajaroka Zinane ya li herêma Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê, çeteyek DAIŞ’ê hate girtin.

Têkildarê girtina çeteyê DAIŞ’ê Berdevkê Rêveberiya Asayîşa Germiyanê Osman Ebdulkerîm, agahî dan.

Li gorî agahiyan, li bajaroka Zinane ya girêdayî navçeya Kifrî ya herêma Germiyanê çeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Ebo Haris Diyale hate girtin.

Çeteyê DAIŞ’ê Ebo Haris piştî hatî girtin li xwe mikur hat ku ew gelek caran li derdora Kerkûkê tevli şerên li dijî hêzên pêşmerge û Heşda Şebî bûye.

Êrîşa DAIŞ’ê li dijî wargeha Mexmûrê
Çeteyên DAIŞ’ê li gel wan xwarin û dermanên Tirkî hat dîtin

Li aliyekî din jî çeteyên DAIŞ’ê yên 2’ê Sibatê êrîşî kampa penaberan a Mexmûrê kiribûn, ji aliyê HPC’ê hatin kuştin, li gel wan xwarin û dermanên Tirkî hatin dîtin.

Li ser êlekên çeteyan hin nivîs hebûn ku nîşan didan, serçeteyan ev yek diyarî çeteyan kirine.

Balkêş e ku derman û hin madeyên xwarinê yên bi çeteyan re hatin dîtin malên Tirkiyeyê bûn.

Back to top button