Rêjîm 8 km nêzî Idlibê bûye

Hêzên Rêjîma Sûrî rêya M4 ya navdewletî derbas kir û 8 KM nêzî bajarê Idlibê dibin.

Li gorî navenda Çavdêriya Sûrî, heman hêzan gundê Neyreb ê nêzî Seraqib bi dest xist û pêşketina xwe didomînin.

Hemwextî vê pêşketinê, Tirkiyê sê konvoyên ku ji 100 maşîneyî pêk tê, derbasî axa Sûriyê kir..

Navenda Çavdêriyê diyar kir ku, ev piştgirî bi riya dergehê Kefer Losîn ê sînorî derbasî bakurê Idlibê bû.

Bi vê yekê di nava rojekê Tirkiyê 400 maşîne weke piştgirî şandiye Idlibê.

Wezareta Parastinê ya Rûsya:
Me balafirek “dron” ji ser himêmîmê anî xwarê

Li aliyekî din wezareta Parastinê ya Rûsya ragihand ku wan dorenek ji ser baregeha Himêmîmê ya gundewarê Lazqiyê aniye xwarê.

Li gorî wê, wan nehiştiye ev balafir ti deverekê li baregeha wan xerab bike.

Back to top button