Peymana sedsalê îro li Konseya Ewlekariyê tê gotûbêjkirin

Berî serokê desthilata Filistînê giliyê wê li Konseya Ewlekariyê bike, îro peymana sedsalê li wir tê nîqaşkirin.

Balyozê Belçîka ragihand, wê îro civîneke girtî bi amadebûna zavayê serokê Amerîkayê Trump û şêwirmendê wî Jared Kushner were lidarixistin.

Balyoz anî ziman ku ev yek wê li ser daxwaza Amerîka pêk were, tevî heya niha ti daxwazeke fermî wernegirtiye.

Diplomat dibêjin, “Waşington dixwaze nêrîna welatên endam der barê peymana sedsalê de nas bike.”

Balyozê Belçîkî diyar kir, “ew li benda daxwazeke fermî ji serokê Filistînî ne jî, ku tê payîn 11ê vê mehê Konse ji bo wan bicive.”

Berî çend rojan Filistînê ragihand ew ê mijara parçekirina xaka xwe rake Konseyê.

Bi qasî tê zanîn, Kushner bixwe plana aştiyê ya ku Trump hefteya borî eşkere kiribû, amade kiriye.

Di planê de, ji Filistîniyan hat xwestin ku paytextekê li rojhilatê Qudsê ji xwe re bibijêrin û wê Quds paytexta Îsraîlê bimîne.

Back to top button