Avakirina bendava Ilisû ji aliyê hikumeta AKP’ê ve didome

Çêkirina bendava Ilisûyê dewam e û her ku diçe Heskîfa xwedî dîroka 12 hezar sal di bin avê de winda dibe.

Li serê bendava Ilisû av zêde bûye û beşek mezin ji geliyê Dîcle û Botanê di bin avê de maye.

Hat ragihandin heta niha nêzî 50 gund û Pira Heskîfê jî nîvê wê di bin avê de maye.

Li ber Heskîfê bi qasî 15 mîtroyan av bilind bûye û çêkirina bendergehan jî didome.

Bilindbûna avê xwezayê jî bi xwe re talan dike.

Hin gund, erd û baxçeyên welatiyan bi temamî di bin avê de man.

Tevî hemû daxuyanî û bangan jî heta niha baroyên herêmê û hin bajarên rojavayê Tirkiyê li dijî hilweşandina Heskîfê tu hewldan nîşannedane .

Back to top button