Qeyûmê sûrê şaredarî di bin deynan de hiştiye

Piştî ku qeyûmên AKP’ê şaredariyên HDP’ê dagirk kirin, êdî şaredarî di bin deynan de hiştine û deynên xwe jî dixin stuyê hevşaredarên HDP’ê.

Qeyûmên ku Şaredariya Sûrê dagir kirin heta niha şaredarî bi qasî 151 milyon û 743 hezar û 819 lîreyên Tirkî di bin deynan de hiştine.

Tê îdîyakirin ku beşek ji van pereyan ji bo Miftîtiya Sûrê û Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Sûrê hatiye xerc kirine.

Qeyûmê hezexê deynên şaredariyê xistin stuyê hevşaredarên HDP’ê

Her wiha Qeyûmê Navçeya Hezexê Zafer Sag jî ku cara duyem dibe qeyûmê Şaredariya Hezexê, di meha Çileyê de civînek bi esnafan re çê kir.

Sag, di civînê de deynên şaredariyê xistin stuyê hevşaredarên HDP’î û got, ji ber van deynan nikarin xizmetekê bikin.

Ev yek diyar dike ku Qeyûmên AKP’ê ne tenê deynan dikin, kar nakin û nekarkirinê jî dixin stuyê HDP’iyan.

Back to top button