Lîderê Koreya Bakur Kim Jong Un ragihand ku welat amade ye ku cardin bi Amerîkayê re peywendiyê çêbike.
Bi şertê ku Washington ji Pyongyang ê nexwaze ku dest ji bernameya çekên nukleer berde.
Serokê Koreya Bakur Kim Jong Un got, ku eger Amerîka dest ji hesasiyeta xwe ya tunekirina nukleerê berde û rastiyê qebûl bike, em dikarin bi wan re rûnên.
Kim Jong Un got:
“Bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re bîranînên min ên xweş hene, em dikarin li hev bikin, tenê Amerîka pêwîste hesas nêz nebe.”
Hêjayî gotinê ye ku Koreya Bakur di navbera salên 2006 û 2017’an de 6 ceribandinên nukleer pêk aniye.
Tevî ambargoyên navdewletî jî Koreya Bakur pêşxistina çekên nukleer domandiye.
Kim Jong Un îdîa kir ku pêkanînên li ser welatê wî hatine ferzkirin, têk çûn û got:
“Berevajî, ambargoyan em hîn xurttir kirin; ambargo bû sedem ku me hêzek nayê şkestin, pêşxist.”



