Wiha xuyaye ku daxuyaniyên serokê Fransayê û Şêwirmenda Almanyayê yên derbarê girîngiya avakirina artêşeke Ewropî de derbasî qonaxa pêkanînê bû.
Li ser vê bingehê, wezîrên Karê Derve û Parastinê yên dewletên Yekîtiya Ewropa li ser avakirina fakulteyeke ajantî ango sîxuriyê li hev kirin.
Li gorî rojnameya The Guardian , wê ev fakulte waneyên ajantiyê ango sîxuriyê bide xwendekaran.
Rojnameyê destnîşan kir ku wezîran li ser mijara parastina Ewropa li hemberî êrîşên elektronîk û hin projeyên din ên taybet ji bo Ewropa li hev kirin.
Têkildarî fakulteya ajanityê jî, wezîran gotin , ku wê ev fakulteya Ewropî ,beşên îstîxbaratê perwerde amade bike û wê di bin rêveberiya Yûnan û Qibrisê de be.