Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê hişyarî da ku nexweşxane ji ber kêmbûna sotemeniyê wê di nav çend rojên bê de werin girtin, ev yek jiyana nexweşan dixe xetereyê û aloziya tenduristî û mirovî ya li Xezayê girantir dike.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê hişyarî da ku ji ber kêmbûna sotemeniyê li Xezayê, nexweşxane wê di nav çend rojan de bi tevahî werin girtin.
Wezaretê ji ajansa Nûçeyan a Safa re daxuyaniyeke kurt da û piştrast kir ku aloziya kêmbûna sotemeniyê li nexweşxaneyên mayî yên dixebitin, di nav şerê berdewam û qutbûna dabînkirinê de, ketiye qonaxek pir xeternak.
Her wiha Wezaretê destnîşan kir ku di çend rojên bê de dibe ku beşên girîng ên nexweşxaneyê werin girtin, ev yek jî aloziya tenduristiyê dê girantir bike û jiyana bi sedan nexweş û birîndaran bixe xetereya mirinê.
Wezaretê diyar kir ku tedbîrên teknîkî û endezyariyê yên ku ji bo plansazkirina demên xebatê têne girtin êdî ne gengaz in ji ber rawestandina dabînkirina sotemeniyê.
Wezaretê bi awayekî lezgîn bang li hemû aliyên peywendîdar kir ku destwerdanê bikin da ku sotemeniya peyda bikin û berdewamiya xebatan li nexweşxaneyan misoger bikin, her wiha ji bo ku rê li ber karesateke tenduristî û mirovî ya bi encamên nepêşbînîkirî were girtin.



