Konferansa Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd sibe li Parlamana Ewropayê destpê dike.
Konferansa îsal bi pêşengtiya gelek kesayetên navdar pêk tê. Di Konferanê de Zext û berxwedana li Tirkiyê û dagirkeriya wê li rojava û rêbazên çareseriya pirsa Kurd jî di nav de wê gelek mijar werin nîqaşkirin.
Her sal li Parlaman Ewropayê Konferansa Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurd pêk tê.
Îsal jî wê ji bo cara 16’an di navbera 5 û 6 Sibatê de pêk were.
Konferans bi pêşengiya Komîsyona Welatiyan a Yekîtiya Ewropa-Tirkiye (EUTCC) pêk tê û Koma Çep û Çepa Bakur Kesk (GUE/NGL), Koma Keskan / Tifaqa Azad a Ewropayê (Greens/EFA) û koma duyemîn a herî mezin Koma Sosyalîst û Demokratan (S&D) ên li Parlamena Ewropayê piştgiriya wê dikin.
Konferansa îsal bi pêşengiya gelek kesayetên navdar wê pêk were.
Ji xelatgirên Xelata Aştiyê ya Nobelê oldarê ji Efrîkaya Başûr Desmond Tûgû,
Parêzvana mafên mirovan a Îranê Şîrîn Ebadî,
Sefîra Bilind a Aştiyê ya Konseya Ewropayê û Seroka Weqfa Mafên Mirovan a Bîanca Jagger Bîanca Jagger,
Zimanzan û fîlozofê navdar Noam Choamsky û xwediya Xelata Sakharov parlamentera berê ya HDP’ê Leyla Zana çend ji pêşengên konferansê ne.
Konferans sibe saet di navbera 14:30 û 18:30 destpê dike.
Di roja yekê de mijara Zext û berxwedana li Tirkiyê” û Tirkiye 2023, Dîktatorî û demokrasî” wê were nîqaş kirin.
Di rûniştinên destpêkê de wê parlamenterên CHP, HDP û Partiya Saadetê amade bin.
Di nîqaşên roja duyemîn ku saet 09:30 û 17:00 destpê bike de wê ev mijar werin nîqaşkirin
Wê sûc û dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava,
Armancên Osmanî yên dewleta Tirk,
Rewşa Kurdan, mafên tên înkarkirin, komkujî û qirkirinên hatin kirin,
Rewşa piştî DAÎŞ’ê, rol û helwesta Ewropayê li ser krîzên li Rojhilata Navîn,
Perspektîfên derketina ji nava krîzê
Pêşniyarên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û rêbazên alternatîf .
Di van rûniştanan de wê ji welatên rojhilata navîn û Ewropayê gelek kes biaxivin.
Ji bo beşdar û guhdarên konferansê wê bi zimanên Kurdî, Tirkî, Fransî, Îngilizî, Elmanî, Spanî, Portekîzî û Yewnanî werger bê kirin.