El-temran: Qanûn li gorî Netewa Demokratîk hatiye sazkirin

Endamê komîteya amadekirina Qanûna Karmendan Mahir El-Temran li ser girîngiya qanûnê axivî û diyar kir ku ku bendên qanûnê li gorî rêgezên Neteweya Demokratîk û têgehên wê hatin sazkirin, da ku bibe şoreşeke zanistî, ne tenê şiklî. El-Temran da zanîn ku qanûn wê di nava 3 mehan de bikeve meryetê.

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser di civîna xwe ya 1 û 2`yê Sibatê de, Qanûna Karmendan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê erê kir.

Endamê komîteya amadekirina Qanûna Karmendan Mahir El-Temran li ser girîngiya qanûnê axivî.

Mahir El-Temran diyar kir ku bendên qanûnê li gorî rêgezên Neteweya hatin sazkirin, da ku bibe şoreşeke zanistî, ne tenê şiklî.

El-Temran bîr xist ku wan dema amadekirina qanûnê gelek qanûn; mîna ya Sûriye, Misir, Îmarat û Lubnanê di ber çavan re derbas kiriye.

Endamê Komîteya Amadekirinê da zanîn ku Şervanên QSD’ê, Endamên Desteyên Dadwerî û perwerdekirina di zanîngehan de ji qanûnê hatine îstîsna kirin.

El-temran: Qanûn cudahiya cinsî û olî di erkdarkirnê de qedexe dike

Mahir El-Temran îşaret bi bendên qanûnê jî kir û weha anî ziman:

Ji girîngtirîn bendên qanûnê, rêbazên erkdarkirin, cezakirin, şandina karmendan ji saziyên din re, her wiha mijarên girêdayî destûran û erkên karmend û mafên wan e.

El-Temran bîr xist ku qanûn cudahiya cinsî, nîjadî olî û nêrîna siyasî di erkdarkirinê de qedexe dike.

El-Temran diyar kir ku teqawîdiyê jî ji temenê 60’ê dest pê dike.

Her weha behsa erkdarkirina malbatên şehîdan, astengdaran, gaziyên şer jî hat kirin.

Endamê komîteya amadekirina Qanûna Karmendan Mahir El-Temran dawiyê diyar kir ku herî zêde di 3 mehan de wê qanûn bikeve meryetê.

Back to top button