Li rojhilatê Taywanê ji ber bagera Ragasa şemitîna axê rû da, di encamê de bendek hilweşiya û herî kêm 14 kes mirin.
Piştî hilweşîna bendê, ava golê ya li jorê Çemê Mataian kom bûbû pirek bi xwe re kaş kir û bajarekî li nêzî herêmê di nava avê de hişt. Bi sedan kes asê man.
Rayedaran xwecihî yên Hualienê diyar kir ku heta sibeha Çarşemê herî kêm 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, 18 kes birîndar bûn û nêzî 124 kes jî winda bûn.
Li welêt zêdeyî 7 hezar û 600 kes ji cihê xwe hatin veguhestin.
Gelek kesan gotin, di nava çend deqeyan de av gihîşt qatê duyemîn ê mala wan.
Taywan di navbera mehên Tîrmeh û Cotmehê de bi rêk û pêk li bageran rast tê.
Li gorî pisporan, guhertina avhewayê, barana zêde, lehî û ba dibe sedem ku bager hîn hilweşîner be.



