2’ê Sibatê çeteyên DAIŞ’ê êrîşî kampa penaberan a Mexmûrê kirin û di encamê de 3 kes birîndar bûn. Ajansa Fratê jî dîmenek belav kir, tê de tê xuyakirin ku bi çeteyan re xwarin û dermanên Tirkî hene.
Parlementera Iraqê Yusra Receb diyar kir ku derbarê êrîşa çeteyên DAIŞ ya li ser Mexmûrê ewê nivîsek radestî Wezareta Navxweyî ya Iraqê bike.
Kampa Penabran a Rûstem Cûdî ya Mexmûrê ev nêzî 7 mehan di dorpêça hêzên PDK’ê de ye.
Çeteyên DAIŞ’ê 2’ê Sibatê êrîşî kampê kirin.
Êrîşa çeteyan hate şikandin û di encamê de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.
Her wiha 2 şivan û endamek Hêzên Parastina Civakî yên Mexmûrê jî birîndar bûn.
Di encama lêkolîna li cihê êrîşê de hatî kirin, hat diyarkirin ku bi çeteyan re gelek çek û cebilxane, madeyên xwarin û telefon hatin dîtin.
Her wiha di nava alavên çeteyan de çente, kinc û derman jî hatin dîtin.
Li ser cilên çeteyan hin nivîs hebûn ku nîşan didan, serçeteyan ev yek diyarî çeteyên xwe kirine.
Balkêş e ku derman û hin madeyên xwarinê yên bi çeteyan re hatin dîtin jî malên Tirkiyê ne.
Ajansa Firatê bi belavkirina vî dîmenî ev yek piştrast kir.
Yûsra Receb: Mexmûr beşek ji Iraqê ye û nabe em bêdeng bimînin
Parlementera Iraqê Yûsra Receb jî têkildarî êrîşa li ser wargehê axivî û diyar kir ku deshilatek başûr ku dorpêç daniye li ser gelê wargehê ne amade ye xelkê wargehê biparêze.
Yusra Receb got:
“Iraq xwedî berpirsyartiyek navnetewî ye.
Divê di aliyê mafê mirovan û mafê penabertiyê de bi wê berpirsyartiya xwe ve girêdayî be.
Wargeha Mexmûr beşek ji Iraqê ye û êdî nabe em bêdeng bimînin.
Di vê çarçoveyê de ezê nivîsek radestî Wezareta Navxweyî ya Iraqê bikim.”