Li bejahiya Minbicê êrîşek çeteyan hat şikandin

Meclisa Leşkerî ya Babê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê êrişa çeteyên “Mertala Firatê”a li derdora Girê Seyada yê Minbicê şikandin.

Çeteyên “Mertala Firatê” ya girêdayî dewleta Tirk bi çekên giran êrişî xeta eniya gundê Erîma yê nêzî girê Korhyok kirin.

Şervanên Meclisa Leşkerîe ya Babê di çarçoveya mafên parastina rewa de bersiva êrişan dan û êriş vala derxistin.

Ji aliyekî din vê çeteyên dewleta Tirk bi çekên giran êrişî gundê Toxa yê Minbicê kirin.

Du leşkerên rejîma Sûriyê ji aliyê sekvanên çeteyên dewleta Tirk ve hatin kuştin.

Her wiha çeteyan êrişî nuqteyên hêzên rejîma Sûriyê yên li derdora girê Seyada yê Minbicê kirin.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiva êrişan dan û çete neçar kirin ku vekişin.

Gundên Şera û Şêrawa hatin topbaran kirin

Li aliyekî din jî beriya niha bi saetekê artêşa Tirk gundên Malikiyê, Şewarxe, Kelah Şêwarxe, Merenaz û Aqîbe yên Şera û Şêrawayê topbaran kirin.

Back to top button