Rêveberiya Xweser ji sedî 80 rêjeya bêkariyê li navçeya Şedadê kêm kiriye

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî bi avakirina saziyan, rêjeya bêkariyê li navçeya Şedadê kêm kiriye.

Şêniyên navçeya Şedadê diyar kirin ku Rêveberiya Xweser piştî rizgarkirina navçeyê gelek saziyên sivîl û xizmetguzariyê ava kirin, lewre ji sedî 80 rêjeya bêkariyê li Şedadê kêm bûye.

Serokê Meclisa Navçeya Şedadê Yasir Dexîm derbarê dabînkirina derfetên kar de destnîşan kir ku Buroya Karûbarên Civakî ya Meclisê derfetên kar ji ciwanan re peyda kirin, nemaze ji malbatên şehîdan re.

Dexîm teqez kir ku Rêveberiya Xweser bi armanca ku alîkariya şêniyên Şedadê bike, fonên karmendan zêde kiriye.

Niha jî Rêveberiya Xweser hewl dide ku rewşa jiyanî ya tevahî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêş bixe.

QSD’ê di 19 Sibata 2016`an, di pêngava Xezeba Xabûrê de, herêma Şedadê rizgar kir.

Back to top button